Break newsNûçeslide

Partiyên Rojava: Ji parçeyên Kurdistanê pêwîstiya me bi çek û şervana heye

Hewlêr – Serokê ENKSê Tahir Sifok got, li dijî rêxistina DAIŞê pêwîstiya Rojavayê Kurdistanê ya bi çek û şervanan ji hemû parçeyên Kurdistanê heye.

Nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Hewlêrê çûn serdana Partiya Yekgirtû ya îslamî.

Piştî hevdîtinê partiyan bal kişand ser peymana aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ya li Dihokê ya bi rêvebirya Serokê Herêma Kurdistanê hatî imzekirin.

Serokê ENKSê Tahir Sifok li ser mijara şandina Hêzên Pêşmerge ya ji Kobaniyê ragihand ku li dijî rêxistina DAIŞê pêwîstiya Rojavayê Kurdistanê ya bi çek û şervanan ji hemû parçeyên Kurdistanê heye û wiha domand:

“Bila sibe şervanên me biçin Xaneqîn, Celewle, Şingal, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê. Dijmenên me yek in û em jî yek netewe ne û armanca me jî yek e.”

Hevserokê TEV-DEMê Aldar Xelîl li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê got, heger peymana li Dihokê ya aliyên siyasî yên Rojavayê îmzekirîn sernekeve siûda şoreşa li Rojavayê Kurdistanê jî namîne.

Aldar Xelîl ragihand ku gelê kurd dixwaze bigihê armanca xwe û wiha got, “Piştî rêxistina DAIŞê ji holê hat rakirin jî divê ev peyman bidome. Ji bo avakirina Sûriyek demokratîk, çareserkirina pirsgirekên kurdan û kurd bigihîn mafên xwe yekîtî û hevkariya kurdan şert e.”

Herwiha Aldar Xelîl got ew weke TEV-DEMê bi saya şehîdên Kobaniyê û şervanan ma li ser piyan.

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button