Break newsNûçeslide

DAIŞê 9 hezar çekdarên xwe şandine Kobaniyê

Navenda Nûçeyan- Li gor zaniyariyên îstixbarata Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), hejmara çekdarên DAIŞê yên ku ji roja 15ê Îlonê ya borî ve çekdarên DAIŞê ew ber bi bajarê Kobanê ve şandin 9 hezar in.

Berpirsekî Fermandariya Navenda Hêzên DYAyê (CENTCOM) eşkere kir ku di heyama 3 heftiyên borî de li bajarê Kobaniyê û derdora wê balafiran 500 rokêt avêtine navend û bingehên DAIŞê.

Berdevkê Pentagonê John Kirby di kongreyeke rojnamevaniyê de got, ew dizanin ku bi sedan çekdarên DAIŞê di êrîşên asmanî de hatine kuştin.
Herwiha, berpirsekî Pentagonê ku nexwestiye navê wî were eşkerekirin, ragihand ku li gorî zaniyariyên îstixbarata leşkerî, zêdetirî 350 çekdarên DAIŞê tenê di encama êrîşên asmanî de li Kobaniyê hatine kuştin. Ev yek, ji bilî hejmareke mezin ya çekdarên rêxistinê ku di şerê ligel Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatine kuştin.

Herwiha berdevkê Pentagonê John Kirby diyar kir ku stratejiya wan ne ji bo wê yekê ku çend rokêtan bavêjin DAIŞê û çekdarên wan bikuji ye.
Li aliyê din, berpirsên Pentagonê balê dikişînin ku ew hewl didin hejmareke herî mezin ya çekdarên DAIŞê li Kobaniyê bikujin. Hat gotin DYAyê dixwaze çekdarên DAIŞê ber bi Kobaniyê ve bikişîne û li wir wan bikuje. Ji ber piraniya wan çekdarên ku êrîşî Kobaniyê dikin, çekdarên biyanî ne.
Michael Nayit ji Navenda Lêkolînan a Washington jî ku wek şêwirmendekî leşkerî kar kiriye, dibêje Amerîka îmkanên xwe yên gelek biçûk di şerê li dijî DAIŞê de bi kar aniye, ji ber ew dixwaze bi hejmareke kêm ya qurbanî ji şer derkeve.
Michael Nayit herwiha diyar kir ku hevpeymaniya navdewletî pirsgirêka wan ya komkirina zaniyariyan û îstixbaratê heye di şerê li dijî DAIŞê de.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button