Break newsRaportslide

Partiya Yekîtî çilrojiya xebatkar Ismaîl Hemê vejiyand

Yekîtî Media 27/9/2016

Doh duşemê 26 êlûnê, partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê çilrojiya xebatkar Ismaîl Hemê li navenda Silêman Adê li bajarê Qamişlo vejiyand, bi beşdariya hemû partiyên encûmena niştimanî ya kurd û rêxistinên ciwanan û yên jinê, herweha nûnerên rêxistina Asûrî ya demokrasî û partiya pêşverû ya demoqrata ya kurd jî amade bûn, û hejmarek ji kesayetiyên niştimanî û rewşenbîrî.

Heman rojê dema sibeha , şandek ji serkirdayetiya partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê serdana gora xebatkar Ismaîl Hemê li gundê Til Dîkê li gundewarê Dirbêsiyê kir û gurzek gul li ser gora wî danîn.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button