Break newsNûçeslide

Girkêlegê: kujerê Şêrwan Silêman ji zindana asayişa PYDê hat revandin

Yekîtî Media 27/9/2016

Jêderekî taybet ji Yekîtî Media re ragihand, ku Ciwad Ferho ji xelkê gundê Dilavê Gira li gundewarê Girkêlegê yê ku bi kuştina Şêrwan Silêman Hac Silêman hatibû tometbarkirin, roja şemê ji zindana asayişa PYDê li Girkê Legê hat revandin bi alîkariya çekdarên partiya Yekîtiya Demokrat PYDê.

Heman jêderî tekezkir ku Cewad Ferho bi qaçaxî gihişte Tirkiyê, berî wê jî xêzana wî gihiştibû Tirkiyê.

Tê zanîn ku asayişa PYDê roja 18 Êlûnê 2016 Cewad Ferho bi tawana kuştina kesê bi navê Şêrwan Silêman li Girkêlegê binçavkiribû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button