Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Parlemana Kurdistanê sibê 13 projan gotûbêj dike

Sibê roja sêşemê,16-12-2014`an li bajarê Hewlêrê, parlemana Kurdistanê, dest bi rûniştina xwe ya asayî dike û wê girîngtirîn babet li ser projeya yasayî bike ku yê herî li pêş wê yasaya amadekirina destur be.

Di wê bare de, endamê parlemana Kurdistanê Azad Goran ji PUKmedia`yê re ragihand ku wê sibê xwendin û gotûbêjkirina van piroje û biryaran dest pê bikin.

Her weha ev proje û biryarên li xwe re wê di rojeva xwendina endamên parlemana Kurdistanê bin.

1-Projeya yasaya amadekirina desturê Herêma Kurdistanê

2-Projeya biryara maf û îmtîyazetên pêşmerge û xwediyên şehîdan.

3- Projeya biryara dilxweziya pêşmerge û hêzên navxweyî di beşên dayîna silfeya aqar û hevjîniyê.

4- Projeya biryara hesabê daleke ji xizmetkirinê yê pêşmerge û efseran di eniya şer de.

5-Projeya  yasaya bierêkirina xizmet û xanenişînî jib o hêzên navxweyî yê jimare 18 yê sala 2011`an.

6-Projeya yasaya erêkirina sêyemîn ya jimare 9 ya sala 2007`an, ji yasaya mafên xwediyên şehîd û enfalan li Herêma Kurdistanê.

7-Projeya erêkirina yasaya yekemîn ya ji yasaya kontirolkirina gaziyan û xwediyê pêdewîstiyên taybet jimare 22 ya sala 2011`an.

8-Projeya rêveber û parastina avê li Herêma Kurdistanê.

9-Projeya endamên çavdêriyê li parlemanê.

10-Projeya yasaya parastina dukmenterî li Herêma Kurdistanê.

11-Projeya yasaya navenda parastina reşnivîsan yên Kurdistanê.

12-Projeya yasaya serpereştyariya keştukalî.

13-Projeya yasaya ne pirîna mûçeyên kesên bi tenê.
Her weha wê erêkirina jimare 10 ya ku ji encûmena wezîran daxwaza tê kirin ku weîrekî ji yê Herêmê zêde bikin.

Azad Goran aş=kire kir ku wê erê wezîrê koç û koçberan ji xisteya Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê be û hemû aliyên siyasî û parlemanî razî ne.

PUKmedia-Diyar Star

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button