Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Li Londonê, konferansa petrol û gaza Kurdistan û Iraqê tê lidarxistin

London  – Li paytexta Îngîltereyê, London, çaremîn konferasa petrol û gaza Kurdistan û Iraqê tê lidarxistin. Di konferansê de şîrketên mezin ên petrolê beşdar dibin.

Peyamnêrê Rûdawê li Londonê, Hêmin Melazade ragihand, çaremîn konferansa petrol û gaza Kurdistan û Iraqê sibê (16ê Kanûnê) li Londonê dest pê dike.

Melazade da zanîn ku di konferansê de 850 şîrketên biyanî yên petrol û gazê beşdar dibin.

Li gorî pisporên aborî û petrolê, ev konferansên wiha dibin sedema wê ku şîrketên petrolê zêdetir girîngiyê bidin Kurdistanê û nefta Kurdistanê derxin û bi hatina wan şîrketan ewlehiya Kurdistanê jî tê dabînkirin.

Konferans dê 18ê Kanûnê bidawî bibe.

(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button