Gotar

Parêzgarê Kerkukê divê Kurd be…

Li Iraqê di 18.12.2023an de hilbijartinên parêzgehan hatin li darxistin. Li gelek bajarên Iraqê parêzgar hatin hilbijartin. Heta niha jî, bi tenê encumenên parêzgehên Kerkûk û Diyalayê nekarîne parêzgar û serokê encûmena parêzgehê hilbijêrin. Ev yeka kêmasiyele mezin e. Ev rewşa li dijî berjewendiya Kurdan û hemû gelên li Kerkukê û li Diyalayê ku jiyana xwe didin meşandin.

Şik tune ye ku li herdu bajaran hilbijartina parêzgaran girîngtir e. Lewra bi taybetî li Kerkukê çend sal in û bi taybetî jî piştî xiyaneta li Kerkukê di sala 2017an de pêk hat û Kerkuk jinûve ji aliyê hêzên navendî yên dagirker û nîjadperet ve hatin dagirkirin, li dijî kurdan siyaseteke nîjadperest hat meşandin, ji bona hêjiayiyên Kurd û Kurdistanê ji holê rabin xebateke xurt hat kirin. Ala Kurdistanê hat qedexe kirin. Kurd ji Kerkukê hatin dûr xistin û gelek malbatên ereban li Kerkukê hatin bi niştecîh kirin.

Kerkuk û Diyala du bajarên Kurdistanê ne û li wan bajaran jî hejmara kurdan gelek xwezayî zêde ne. Şik tune ye ku li Kerkukê Türkmen û Ereb û kêmneteweyên din jî jiyana xwe didomînin. Ew jî Kurdistanî ne. Di hilbijartinên parêzgehan de jî zêdetirên dengan partiyên Kurdistanê wergirtin û di Meclîsa Parêzgeha Kerkukê ê de zêdetir endam qezenç kirin.

Mixabin Kurd û partiyên Kurdistanê bi yek lîsteyekê neketin hilbijartinê. Ev yeka di hilbijartina parêzgehan de kêmasiyeke mezin bû. Bi taybetî di navbera PDK û YNKê de yekîtî û hevkarî çênekirin, ji bona kurdan, ji bona berjewendiya neteweyî û berjewendiya Dewleta Federe ya Kurdistanê bû kêmasiyek mezin. Ez dikarim bibêjim ku bû xeteriyeke mezin.

Şik tune ye ku beriya hilbijartinê, li hemberî PDKê xwepêşandin pêk hatin. YNKê jî di van xwepêşandanan de bû xwediyê roleke ne baş û, ev jî bû sedem ku pêwendiyên herdu partiyan berê jî xirab bû, di hilbijartina Parêzgeha Kerkukê de xirabtir bibin.

Diyar e ku herdu partî dixwazin ku ew şaşiya li Kerkukê kiribûn, ji holê rakin. Ev ji bona hemû kurdan kêfxweşiyeke mezin e. Ji bona çareseriya pirsgirêkên Dewleta Federe ya Kurdistanê Hikûmeta Navendî ya Iraqê û xurtbûna Dewleta Federe ya Kurdistanê û başbûna pêwendiyên PDKê û YNKê gelek girîng e û dibe gaveke mezin û dîrokî.

Gor agahdariyên berpirsên PDKê û YNKê diyar dibe ku herdu partiyan li Kerkukê nêzikî hevkarî û yekîtiyekê ne; dixwazin ku parêzgarê Kerkukê Kurd be. Ev daxuyanî gelek pîroz e.

Di derbarê vê mijarê de daxuyaniya berdevkê YNKê Seîdî Pîra girîng e û nîşana hevkariya herdu partiyan li Kerkukê ye.

Berdevkê YNKê Seidî Pîra îro 17ê Sibatê di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, her du polîtburoyên PDK û YNK hevnêrînin in ku Parêzgarê Kerkûkê Kurd be.

Derbarê civîna bilind a hevbeş di navbera her du polîtburoyên YNK û PDKê de; Pîra got: “Heta niha ji bo hevdîtinê, ti demek nehatiye diyarkirin.”

Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) roja 4ê Sibata 2024an li bajarê Silêmaniyê civiyabûn.

Piştî civînê YNK û PDK’ê daxuyaniyeke hevpar dan. Li gorî daxuyaniyê, her du alî li ser destnîşankirina parêzgarekî Kurd ji bo xizmetkirina xelkê parêzgeha Kerkûkê lihev kiribûn

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî û aborî yên Herêma Kurdistanê, PDK û YNKê li hev kirin “hewl bidin di asteke bilind de pirsgirêkan çareser bikin û bi taybetî jî pirsgirêkan, xizmetguzarî, bûdce û wekî din.”.

Divê biryar û helwesta herdu partiyên damezrênêrê Dewleta Federe ya Kurdistanê di derbarê Kerkukê de pêk bê. Biryara wan dê bibe helwesteke dîrokî û berpirsiyariya neteweyî.

Divê parêzgarê Kekukê Kurd be. Divê ji bona vê yekê jî hemû kurd ji PDK û YNKê re alîkar bin.

Îbrahîm GUÇLU
Diyarbekîr, 18. 02. 2024

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button