Gotar

Kurd û berjewendiyên Tirk û Farisan

Piştî rûxandina Imperatoriya Medan, sala/550/B.z, ser destê korşê farisî, bi alîkariya wezîrê bergiriyê Medan, Harbakê kurd, ji wê demê ve, kurdan nema xwe dîtin serbixwe, ta vê rojê.
Gelê kurd bibûne beşek ji Imperatoriya Farisan, ta sala/642/an, p.z, dema Ereban zora Farisan birin, û dest danîne ser cografiyeke fereh, ku di bin destê Farisan de bû, Kurdistan jî di navde, weha wext derbas dibû, ta sala/1258/ dema Mexol ji Asya navîn hatin û zora Erebên misilman birin, paşê pêlên tirkumen û tirkan, ew jî ji Asya navîn berê xwe dane rojava, û destên xwe danîne ser paşmayên Mexol û Ereban, ango Kurdistan û erebistan, bi alîkariya hin êl û hozên xwe cihî, lê Farisan karîbûn zû welatê xwe rizgar bikin, û bimînin serbixwe, û beşek ji Kurdistan jî ,desteserkirin, eve dîroka hezar salên derbasbûyî, ta vê rojê, Tirk, Faris û Ereban, ji xwe re Imperatorî û welat avakirin, û berdewamin, lê pirsa ku kurd her û her ji xwe dipirsin, ev e: Gelo ev çendîn sal û zemanên dirêj derbasbûn, piştî têkçûna imperatoriya Medan, kurd li kû bûn, çi dikirin, ji kî re di xebitîn û alîkar bûn?
Evan pirsan, serê me û bav û bapîrên me gêjkirin, lê tu bersiv newergirtin, bêyî em çîrok û serpêhatiyên dîrokên berê û kevin, bikne bihane, û berpêk, ka em îro serê xwe hildin, çavên xwe vekin, emê her tiştî weke neynikê, li ber çavên xwe bi zelalî bibînin.
Çinku em kurd weke nanê ji garisin, hev nagrin, û her dem amadene, ji dagirker û biyaniyan re, bibne çete û sîxur, ev firaza me weha dimîne, em dûr naçin, vaye weke em dibînin, duh jî weha bû, hêzên êrîşker û talanker, berê xwe didine Kurdistan, em diçine pêşiya wan, û ji wan re dibine sîxûr û alîkar û rêber.
Di wan sal û zemanên berê de, her kesî, her hoz û êlan, berjewendî û pêşeroja xwe ne dizanîn, rewşeke nezanî, berberî, şer û nakokîyên navxweyî bûn, lê gelo heger ew zeman ne dema berjewendiyên netewî bû, çima gelên ereb, tirk û farisan, dizanîn, xak û welatên biyaniyan dagir dikirin?
Sed mixabin, ne duh û ne îro, em kurd ne zan û di xewde man, pêşeroj û rêya berjewendiyên xwe yên netewî û tevayê em nabînin, lewma di vî wextê zanînê de, vî wextê ku ragihandinê dinya ronî kiriye, zanebûn, derbasî her serî, her malê, her deverê bûye, çima partî, komele û rêxistinên me kurdan, weke dem û zemanên berê, dibin rêber û rêzan, ji dijminên kurd û Kurdistan re?
Ew partî, ew rêxistin, ew komeleyên kurdan, ku mal, saman û mewdanên xwe, radestî dijminên kurdan dikin, xwîna xort û keçên xwe, di ber Tirk, Ereb û Farisan de di rijînin, welatê xwe, bi ax, av, asiman û gel ve, radestî neyaran dikin, em çi ji wan re bêjin, çi navî li wan bikin?
Emê çi bersiva şehîd, qurbanî û cangoriyên xwe bidin?
Gel û ragihandina cihanî, çi li ser me dibêjin, û çawa li me dinêrin?
Adilê Evdile

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button