Nûçeyên herêmî û cîhanîslideUncategorized
Parêzerekî Sûrî siza kirina Esed li ser pêkanîna çekên kîmawî destpêka bi dawî kirina desthilate wî ye
Yekiti Media
Parêzerê Sûrî Enwer Elbunî rêveberê navenda Sûrî ya lêkolînên yasayî tekez kir ku pêşhatên dawî di rapora rêxistina qedexekirina çekên kîmawî ku tekeziyê li ser bikaranîna çekên kîmawî ji hêla rêjîma Esed di sala 2017 an de dike, wê bibe destpêka bi dawî kirina desthilata wî.
Elbunî diyar kir ku ji bilî ev rapor bibe belgeyeke yasayî li pêşiya dadgehan wê ewê bibe alaveke siyasî rêgir li pêşiya rewa kirina rêjîmê ji nû ve.
Di heman mijarê de parêzerê Sûrî balkişand ku weşana vê raporê nîşane ku civaka Navdewletî rijde ku Esed siza bike û desthilata wî bi dawî bike.