NûçeslideUncategorized

Serok Barzanî: dewleta Kurdî mafe ne xewne 

  Yekiti Media

Serok Barzanî ragihand ku avakirina dewleta Kurdî mafe û ne xewne.

Ragihandina Barzanî di beşê duyemîn de ji dîdara wî li gel bernameya Xêza Ortemîn li ser kenala MBC1 de hat, û tê de diyar kir ku piştî rêfrandoma serxwbûna Kurdistanê piraniya dewletan bi Kurdan re sozên xwe bi cih nanîn.

Di heman beşî de Barzaî li ser dema desthilata Pol Pirîmer li Iraqê axivî û bi taybet di dema desteya desthilata veguhêz û kirîzên di navbera wî û Pirîmer de rûdabûn.

Serokê berê yê herêma Kurdistana Iraqê di heman dîdarê de got daxuyaniyên fermandarê Hizb Elah Hesen Nesrela şanoyeke têkçûy bû û Ereban berî Kurdan bersiva wî dan.

Tê zanîn ku kenala esmanî MBC1 dîdarek berfireh bi Serok Barzanî re kiribû ta niha du beş hatine weşandin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button