Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
PAK ê komkujiya yekê Sibatê ya li Hewlêrê qewimî şermezar kir
Yekîtî Media 1/2/2017
Li Diyarbekirê, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), komkujiya 1 ê Sibata 2004 an a li Hewlêrê, bi rêya daxuyaniyekê şermezar kir. Di encama êrîşên ku li hember avahiyên PDK û YNK ê hatibûn kirin de 101 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 200 kes jî birîndar bûbûn.
Partiya Azadiya Kurdistanê PAK ê, salvegera komkujiya li Hewlêrê hatibû kirin, şermezar kir. Di êrîşên ku di 1 ê Sibata 2004 an de li hember avahiyên PDK û YNKê hatin kirin de berpirsên bilind ên herdu partiyan jiyana xwe ji dest dabûn û gelek kes jî birîndar bûbûn.
Êrîş di 1ê Sibata 2004 an de li Hewlêrê di dema pîrozbahiya cejnê de ji aliyê Ensar El Îslamê ve hatibû kirin.