Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Obama şandina 250 leşkerî ji bo Sûriyê Radigihîne
Yekîtî Media 25/4/2016
Rayedarên Amrîkî dibêjin ku serokê Amrîka Barak Obama şandina 250 leşkerî ji bo Sûriyê wê Ragihîne.
Obama biryara xwe ji raya giştî re di riya kenalên tilvizyonê ji bajarê Hanover dê şirove bike, bi şandina van leşkeran hejmara leşkerên Amrîkî li Sûriyê dighêje 300 leşkerî.
Herwiha serokê Amrîka di kongireke rojnamevanî de li gel şêwermenda Almanî Angêla Mêrkil ragihand ku damezrandina herêmeke aram li Sûriyê gelekî zehmete, û bi pêwîstî pabendiyeke leşkerî mezin e.