Break newsNûçeslide

Nûneratiya ENKS li Ewropa amadekariyên xwe ji bo bîranîna şehîdên teqîna Qamişlo û pêşkêşkirina alîkariyan ji malbatên şehîdan re dike

Yekîtî Media 6/8/2016

Roja çarşemê 3/8/2016 nûneratiya Ewropayê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS li bajarê Boxom li Almanyayê ligel hin rêxistin û kesayetiyên siyasî û rewşenbîrî û hunerî civiya.

Civîn bi kêlîkek bêdeng li ser giyanê şehîdên Kurdistanê û bi taybet yên teqîna Qamişlo destpêbû, û piştî axaftinê biryar hat standin ku çalakiyek hunerî siyasî li wîlayeta NRW di vê mehê de Tebaxê bê lidarxistin, ji bo şermezarkirina komkujiya Qamişlo û bibîranîna şehîdên wê teqînê, û herweha danheva alîkariyan ji revenda kurdî û şandina wan alîkariyan bo malabatên şehîd û birîndarên wê teqînê.

Ji bo beşdarbûnê di vê çalakiyê dê vexwendin bêne şandin bo partiyên siyasî û rêxistin û çalakiyên rewşenbîrî û civakî û hunerî û mafperwerî yên Kurdistanî û Almanî, û revenda Kurdî bigiştî.

Herweha dê gelek komît bêne avakirin ji bo piştgiriya vê çalakiyê û bicîkirina armancên wê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button