Uncategorized

Danîmarkê dest bi opersyonên xwe li Sûriyê kir

Yekîtî Media 5/8/2016

Artêşa Danîmarkê ragehand ku firokeyên welatê wê bo yekemîn car pêgehên DAIŞê li Sûriyê kirin armanc û bombebarankirin.

Derbarê vê yekê serkirdayetiya Berevaniyê ya Danîmarkê daxuyaniyek belav kir tê de ragehand ku 4 firokeyên wan ji corê F16e navend û ambarên çek û teqemeniyên DAIşê li bajarê Reqayê bombebarankirin.

Ji aliyê xwe ve fermandarê Hêza Esmanî ya Artêşa Danîmarkê Yan Dam di kongiryekî rojnamevanî de da zanîn ku ew operasyon erekekî giring bû ji karê Hevpeymaniya Navdewletî.

Herwiha aşkere kir ku Artêşa welatê wî 67 derketinên esmanî cîbecî kirine, di wan derketinan de 93 bombe li Iraq û Sûriyê avêtine xwar.

Danîmark yek ji welatên Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîka li dijî DAIŞê ye.

K24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button