Break newsNûçeslide

Nivîsgeha xwecihiya ENKS li Girkêlegê rastî hewildaneke şewitandinê hat

Yekîtî Media 25/4/2016

Nivîsgeha xwecihiya Encûmena Niştimaniya Kurd li bajarê Girkêlegê rastî hewildaneke şewatê hat ,ew şewat bû sedema zirarên abûrî li nivîsgehê , ev cara duyem e nivîsgeha xwecihî ya ENKS li Girkê legê ji hêla kesin nenas rastî hewildanên şewatê tê.

Xwecihiya ENKS li Girkêlegê derbarî vê hewildana şewata nivîsgeha wê li ser destê du kesên rûnixumandî, êvara yekşemê 24ê Nîsanê daxuyaniyek belavkir, têde ev kar bi karekî hovane wesif kir, ku tenê dikeve xizmeta dijminên doza kurdî de.

Daxuyaniya xwecihiya ENKS li Girkêlegê tu aliyên siaysî bi vê kiryarê tawanbar nekir, lê tenê ew bi girtina bargehên partiyên ENKS li Til Temir û hilmeta li dijî serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û serkirdeyên ENKS girêda.

Daxuyaniyê amajekir, ku ev kiryar nikarin xebata wan ya siyasî di xizmeta doza kurdî û projeyî netewî rawestînin, herweha dê berdewam bin bo pêkanîna daxwazên miletê kurd di avakirina Sûriyeke fîdral de.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button