Break newsNûçeslide

Alîgirên PYD siloganan li dijî serok Barzanî û endamên Şanda kurdî bo danûstandinan li Dirbêsiyê bilind dikin

Yekîtî Media – Dirbêsiyê 24/4/2016

nûçegihanê Yekîtî Media li Dirbêsiyê got, ku îro sibeha yekşemê 24ê nîsanê, alîgirên PYD lafîtên mezin yên fîlêks li cadeyên bazara Dirbêsiyê daleqandin, têde serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û herdû endamên şanda kurdî bo danûstandinên Cinêvê Fûad Elîko û Ebdulhekîm Beşar bi xiyanetê tometbar kirin.

Herwiha nûçegihanê me tekez kir, ku ciwanên şoreşger yên girêdayî PYD alayên kurdistanê ji ser çend avahiyan daxistin û ew qetandin û avêtin erdê.

Bûye demek alêgirên PYD bi hilmetekê li dijî serok Barzanî û serkirdeyên ENKS radibin, ku wan bi xiyanetê wesif dikin, û li hemû bajarên Kurdistana Sûriya.

 

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button