Break newsRaportslide

Nivîsgeha rewşenbîrî û ragihandinê ya partiya Yekîtî semînarek bi boneya 59emîn salvegera damezirandina yekemîn partiya siyasî kurdî lidarxist

Yekîtî Media 16/6/2016

Li ser vexwendina nivîsgeha rewşenbîrî û ragihandinê ya partiya Yekîtî ya Kurd – rojavayî Qamişlo, û bi boneya 59emîn salvegera damezirandina yekemîn partiya siyasî kurdî li Kurdistana Sûriyê semînarek siyasî hat lidarxistin, li navenda Osman Sebrî li Qamişlo roja sêşemê 14ê Hizêranê.

Mamoste Ezîz Omerî serkirdeyê berê yê partiya Çep a dîmokrat ji destpêka salên 1970 yî de ew semînar da , û bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî û dezgehên rewşenbîrî û rêxistinên ciwanan û yên jinê.

Tê zanîn ku yekemîn partiya siyasî kurdî li Sûriyê di 14ê meha Hizêranê sala 1957 an de ji bal girûpeke ji siyasetmedarên kurd hate ragihandin, ji wan apo Osman Sebrî.

9

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button