Break newsNûçeslide

Li Dêrikê Asayişa PYD ê dû endamên PDK-S ê binçav kirin

Yekîtî Media 16/6/2016

Doh çarşemê 16ê Hizêranê, asayişa PYD ê endamê komîta herêmî ya rêxistina Dêrikê ya PDK-S ê Mehmûd Lewend binçav kir, û herweha endamê komîta xwecihî ya PDK-S Rizgar Mihemed Se’îd ji mala wî li gundê Bêlisyê li gundewarê Dêrikê birin.

Li gor nûçegihanê Yekîtî Media li Dêrikê Mehmûd Lewend li ser rêbenda PYD ê li gundê Xana Serê hat girtin.

Bûye demek asayişa PYD ê bi hilmeteke binçavkirinê li dijî endam û serkirdeyên partiyên ENKS ê û alîgirên wan radibe.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button