Break newsNûçeslide

Nivîsgeha Jin û ciwanan ya partiya yekîtî  şaxé dirbêsiyê korsek zimané ferensî bidawî kir

Yekîtî Mîdiya – Dirbêsiyê
Nivîsgeha Jin û ciwanan ya partiya yekîtî  rêxistina dirbêsiyê korsek xurtbûna zimanê ferensî bi dawî anînin li navenda pakrewan (mihemed maşûq el xiznewî) roja duşemê (6/4/2015).

Ev korsa zimanê ferensî bêtirî mehekê berdewam kir ,”ebîr elîko” endameke di Nivîsgehehê de û berpirsiyara van korsên hînbûnê ye ji yekîtî mîdiya re got: me dixwest em bi taybet van şagirta hînî waneyên wan bikin ji ber ku ezmûn nêzîk bûne û dibistanên me tevayî geremolin.

Elîko li gotinin xwe zêde kir û got me di vê mehêde wanê xwe pir kirin û me ji wanre bi rengekî taybetî rêzmanê ferensî û hin pirs weke rengê pirsê ezmûnê me ji wanre şirûve kir.

“Mihemed” şagirtek bû di wê korsê de û wî sipasiya Nivîsgeheha Jin û ciwanan kir û sipasiya berpirsiyarê navenda mihemed maşûq el xiznewî kir û daxwaza wî bû ku kors li vê navendê pirtir hebin ji bo keç û xwirtên bajar férbibin.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button