Break newsHevpeyvînslide

Ebdulbaqî Yûsif: Şerê Li Yemanê Wê Bandora xwe Li Ser Rewşa Sûrî bike

Ebdulbaqî Yûsif endamê komîta siyasî ya partiya yekîtiya kurd li Sûryê û nûnerê wê li Herêma Kurdistana Iraqê, di hevpeyvînekê de li gel malpera me li ser rewşa şoreşa Sûrî û bûyerên siyasî û leşkerî yên ku li deverê rûdidin axivî.

Yûsiv da xuyanîkirin ku Rêjîma Esed piştgiriya hêzên tundrew dike û tu cudahî di navbera van hêzan û rêjîmê de tune ye.

Li ser rêkeftina Dihokê û lêvegera siyasî ya kurd Yûsiv got: ezmûna ENKS bi TEV-DEMê re diyar e kû ew her tiştî weke xwe dike, û bi hêza leşkerî ya di destê wê de xwe ferz bike û karê lêvegerê asteng dike ji ber wilo biryara rawestandina lêvegerê rast bû:

Hevpeyvîn:

Piştî derbasbûna 4 salan li ser şoreşa Sûrî, berê vê şoreşê bi ku ve diçe?

Mixabin hêzên tundrew li seranserî Sûrî belav bûne û dest danîne ser şoreşa milet û ji hêla xweve rêjîm piştgiriya van hêzan dike, lê ev nayê wateya ku şoreş nema ye, hê miletek heye doza guhertinê dike, lê îro kêşeya Sûrî ji dest milet derketiye û ketiye çarçoveyên navdewletî de, û gunehê rikberiyê di vê rewşê de heye jiber ku ne xwedî pirojeyeke zelal e ku têde mafê tevaya pêkhateyan bicî bîne.

Tu çawa rizgarkirina parêzgiha Idlib dibînî?

Bê guman rizgarkirna Idlibê karekî baş e û fişarek e li ser rêjîmê, nemaze ku di dema goftûgoyên dawiyê di navbera Eyran û welatên 5+1 de bû, ji hêleke din ve kesên ku Idlib rizgar kirine ne cihê baweriyê ne û tu azadî û armancên şoreşê pêk nanîne , tenê rêjîm ji bajêr derxistine û tu cudahî di navbera wan û rêjîmê de tune ye.

Rêkeftina di navbera dewletên 5+1 û Eyranê de wê çi bandora wê li ser rewşa Sûrî hebe ?

Di baweriya min de di rojên bêde wê bandora vê rêkeftinê li ser rewşa Sûrî xuya bibe, lê niha Eyran wê berdewam be di pişgiriya rêjîma Esed de ji ber girîngiya Sûrî ya stratîcî ji berjewendiyên wê re, û heye ew rêkeftin bibe egerê ku Eyran di demeke nêzîk de siyasta xwe di herêmê de biguherîne, lê piştî heyva Hizêranê wê rewş zelaltir bibe.

lêvegera siyasî ji hêla Encumana Niştimanî ya Kurd ya Sûrî ve hatiye rawestandin, gelo helwesta ENKS ta çi radeye durist e?

Divê em li koka rêkeftinê vegerin, ENKS tenê şahidek bû li ser rêkeftinekê di navbera Hewlêr û Qendilê de ango (PDK û PKK) û ezmûna ENKS bi Tevgera Civaka Dîmuqratîk re diyar e , TEV-DEM her tiştî weke xwe dike, û rêkeftina Dihokê ne zelal bû û her alyekî li gor berjewendiyên xwe şirove dikir, û bêguman aliyê ku hêza leşkerî di destê wî de be wê biryarên xwe ferz bike, û bi vî awayî rawestandin baştir e ji kar bi TEV-DEM re ji ber ku ew karê lêvegerê asteng dike.

Di dema dawî de dest têwerdana Eyranê di Yemenê de eşkere bû , lê hevpeymana Erebî bi serkêşiya Siʼûdiyê li himberî pişgiriya Eyranê ji Hûsiyan re bersiveke tund da, gelo Eyran û alîgirên wê qelis dibin yan na, û wê bandora wê li ser rewşa Sûriyê hebe ?

Nakokiyên Yemenê ne nû ne, yek ji wan pirsgirêka Hûsiyan ya ku di dema dawî de metirsiya wê li ser Siʼûdiyê hebû, lewra wlatên Sinnî hevpeymanek li dijî Hûsiyan avakirin, şerê hevpeymanê yek ji fişarên Dewlatê 5+1 li ser Eyranê ye û ev yek bersva pirsa ku xwe derdixe holê dide: çima di vê demê de şerê li dijî Hûsiyan li Yemenê rûda? her wiha wê bandora wî şerî li ser rewşa Sûrî hebe.

ku.etilaf.org

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button