Nameya serok Barzanî derbarê referandûmê
Yekîtî Media 8/6/2017
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, destnivîsek derbarê diyarkirina dema encamdana referandûmê belav kiriye û tê de civîna roja 7 Hizêrana 2017an bi civîneke dîrokî binav kiriye.
Serokê Herêma Kurdistanê destnivîsa xwe li hejmara xwe ya tûra pêwendiyên civakî “Facebook” belav kiriye û dibêje:
“Bi navê xwedê yê mezin û dilovan
Civîna roja 6/7/2017 dîrokî û girîng bû û destkefteke bi nirx e bo gelê Kurdistanê û qurbanîdana şehîdan, şanaziyeke mezin bû bo hemû wan aliyên beşdarî civînê bûne û biryara dîrokî dane, ji bo ku gelê Kurdistanê bikare di riya referandûmê re deng û daxwaza xwe bigihîne cîhanê
Spas bo xwedê û bo Pêşmerge û cemawerê serbilind ê Kurdistanê û spas bo wan aliyên ku bi hestê berpirsayetî û helwesta niştimanî û dîrokî nîşan dan. Hêvîdar im ev pêngava bibe sedema yekrêziya niştimanî û tebayî di navbera aliyên siyasî de.
Daxwaza gelê Kurdistanê ew e ku destkeftan ku mafekî sirûştî yê gelê Kurdistan e, di riya aştî û dûr ji tundûtûjiyê bidest bixe. Her di vê derbarê de jî dixwazim baştirîn pêwendî û jihevtêgihêştina me ligel Bexda û cîran û welatên navçê hebe.
Nabe bi ti carî ji bîr bikin ku destkeft û serkeftinên me, berhema xwîna şehîdên me yên nemir in.
Hezar silav li giyanên pak ên şehîdên riya azadiyê”
Destnivîsa Barzanî