Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Kurdên êzidî ji Heşda Şeibî vekişiyan

Yekîtî Media 8/6/2017

150 kurdên êzidî yên tevlî milîsên Heşda Şeibî bûne jê veqetiyan. Rêveberê Asayişa Şingalê Qasim Simo ragihand ku di heyama çend rojên borî de zêdetirî 150 kurdên êzidî yên tevlî Heşda Şeibî bibûn jê cuda bûne.

Qasim Simo diyar kir ku asayiş ji kesên ji Heşda Şeibî vediqetin hemû hêsankariyan dike û got: “Kesên pêştir Pêşmerge bûne dîsa vedigerin ser erka xwe.”

”Li herêma Şingalê zêdetirî 300 kurdên êzidî beriya niha tevlî Heşda Şeibî bibûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button