Break newsNûçeslide

Serok Barzanî ligel şandekê ji serkirdayetiya ENKSê civiya

Yekîtî Media 8/6/2017

Li ser vexwendina serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro pêncşemê, şanda ENKSê bi serokatiya serokê ENKSê Ibrahîm Biro û sekretêrê PDK-Sê Siûd Melle û Mihemed Ismaîl berpirsê polîtbîroya PDK-Sê ligel serok Barzanî civiyan.

Serok barzanî piştgiriya xwe ji bo serkirde û endamên ENKSê yên di zindanên PYD girtî ne daxuyakirin, herweha şanda ENKSê pîrozbahiya serokê Herêmê kirin li ser destnîşankirina roja refernadûmê.

Di civînê de rewşa siyasî ya herêmê hate guftûgokirin, û bi taybetî rewşa Sûriyê, û tekezî hat kirin li ser rola ENKSê û nûneratiya wî ji miletê Kurd re û doza Kurdî re di komcivînên navnetewî de.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button