Mistefa Ozçelîk ji Yekîtî Media re: çareseriya pirsa Kurd li Tirkiyê gerentiye dide derbeyên leşkerî dubare nebin, divê Hikûmet û PKK dawiyê li şer bînin û dest bi pirosesa aştiyê bikin
Yekîtî Media 26/7/2016
Ji aliyê: Silêman Baravî
Piştî hewildana derbeya leşkerî li Tirkiyê li dijî Receb Teyb Erdogan ya ku bi destê leşkeran hat kirin û bi serneket, û bûyerên ku di pey wê hewildanê re hatin û bandoran wan li ser miletê Kurd li Tirkiyê, malpera Yekîtî Media hevpeyvînek li gel sekretêrê partiya Azadiya Kurdistan Mistefa Ozçelîk kir, Ozçelîk diyarkir ku derbeya leşkerî di pêşî de li dijî miletê Kurd bû bêtir ji desthilata AKP, ku nîşana vê yekê jî ew e ku piraniya navên bi hewildana derbeyê rabûne ewan bixwe serkirdayetiya hilmeta leşkerî li ser bajarên Kurdistana Tirkiyê dikirin ( Şirnax, Silopî, Cezîra Botan, Nisêbîn), herweha diyarkir ku helwesta partiya azadiya Kurdistanê li dijî derbeya leşkerî bû, çiku dîroka derbeyên leşkerî li Tirkiyê diyar dike ku miletê Kurd ê herî ziyandar e ji encamên derbeyên leşkerî, Ozçelîk amajekir ku giringe parastina destkeftên miletê Kurd li Kurdistana Tirkiyê bê kirin, çiku bi serkeftina derbeyê dê bargehên partiyên siyasî û yên komelan û saziyên kurdî û dezgehên ragihandinê tûşî girtinê hatbana li ser destê serkirdên derbeyê.
Piştî têkçûna hewildana derbeyê Hikûmeta Tirkiyê rewşa awarte ragihand, û li ser helwesta PAK ji vê ragihandinê , Ozçelîk got: eger bendên rewşa awarte bigiştî bên çespandin dê bandoreke nerênî li ser jiyana siyasî bike, û di mafên me yên rewa û azadiya mirov qedexe bike , jiber vê yek em dijî sepandina rewşa awarte li Tirkiyê ne, her me jî serokê komarê û serokê Hikûmetê vexwendî ye ji bo ku rewşa awarte di zûtirîn dem de bidawî bikin, û çareseriyek dadmend ji pirsa Kurd re li Tirkiyê bibînin di riya danîna programekî û vekirina deriyê danûstandinan ne tenê bi PKK û HDP re lê herweha bi hemû partiyên bakurê Kurdistanê re daku dest bi pêvajoyeke siyasî durist bê kirin, çiku em bawer in eger pirsa kurdî li Tirkiyê çareser nebe aştî û dîmokrasî jî dê kêm û lawaz be, û dê rê vekirî be ku ev ezmûn cardî dubare bibin di riya hewildanên derbeyên leşkerî re û di encamê de dê şêlûbêl belav bibe.
Derbarî mijara kesên ku hewila derbeya leşkerî kirin, Ozçelîk rêxistina dewleta beramber û ya girêdayî Fethula Golin bi hewildana derbeyê tawanbarkir, Ozçelîk rola Amerîka û ya Nato di vê hewildanê de dûr dît, û derbeya sala 1980 anî ziman bi serokatiya cinêral Kenan Êfrîn li gel girûpeke ji efseran li ser ramana parastina perensîpên sereke yên cimhûriyeta Tirkî hatibûn fêrkirin, ew derbe bi piştgiriya Amerîkayê bû ya ku hevalbendê xwe yê sereke di navçeyê de ji dest da piştî şoreşa Islamî li Îranê sala 1979, wê çaxê Tirkiyê alîkariyên aborî mezin wergirtin ji aliyê rêxistina hevkariyê û geşepêdanê û harîkariyên serbazî ji Nato.
Derbarî nûçeyên digotin ku Erdogan li dûv hewildana derbeya leşkerî bû daku desthilata xwe di saziyên dewletê de xurtir bike, Ozçelîk ev nûçe red kirin lê amajekir ku serokkomar û dezgehên istixbaratn zanîbûn bi hewildana derbeyê, jiber vê Hikûmetê pilanek amade kiribû daku derbeyê têkbide.
Derbarî bandora hewildana derbeyê li ser pirsa kurd û miletê kurd , Ozçelîk diyarkir ku pirsa kurdî gelek derbeyên leşkerî û rewşên awarte di ser re derbasbûne û mixabin miletê me pir zehmetî û êş û azar dîtin û gelek gorî dan, lî ne ev tenê miletê kurd li Kurdistana bakur êşandîye, ta di rewşên normal û asayî de jî mafên miletê me binpê dibin, wek ew şerên ku PKK li dijî artêşa Tirkiyê di bajarên kurdî de dike, tenê miletê me bacê datîne û bajarên kurdî tên rûxandin.
Di dawiya hevpeyvînê de Mistefa Ozçelîk sekretêrê partiya Azadiya Kurdistanê ji PKK xwest ku şer rawestînin, herweha ji hikûmeta Tirkiyê xwest ku hilmetên xwe yên leşkerî li ser bajarên bakurê Kurdistanê rawestîne, daku ji nû ve dest bi prosesa aştiyê bikin bi mebesta çareserkirina pirsa kurdî, û ev çare bi tenê li gor Ozçelîk dikare aştiyê biçespîne û dîmokrasiyê li Tirkiyê berfirehtir bike.