Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Mesrûr Barzanî ligel Sînator Jon Makîn civiya
Yekîtî Media 22/5/2017
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Waşingtonê ligel Sînatorê Komariyan Jon Makîn civiya.
Şerê DAIŞê û hevkarîkirina Pêşmerge, tewerên sereke yên civînê bûn.
Mesrûr Barzanî bi serokatiya şandeke bilind li Amerîka, berî wê li Koşka Spî ligel Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka Herbert McMaster û Mezin Şêwirmendê Donald Trump Jared Kuşner civiyabû.
Herwiha simînarek li navenda bi navûdeng a Heritage derbarê rewşa Iraq, navçê û Herêma Kurdistanê piştî qonaxa DAIŞê de pêşkêş kir.