Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Mesrûr Barzanî: Divê çekên Pêşmerge baştir bibin

Hewlêr – Şêwirmendê Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ragihand ku rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) li Iraqê bi çekên pêşketî êriş dike lewma pêwîstiya Pêşmerge jî bi çekên baştir heye da ku li dijî wê rêxistinê bisekine.
Şêwirmendê Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di hevpeyvînekê de digel ajanas Reutersê, diyar kir ku Herêma Kurdistanê heta niha kariye bi awayekî serkeftî li hember êriş û gefên ku ji aliyê Sûriye û Iraqê ve tên xwe biparêze.
Mesrûr Barzanî, behsa şerê li dijî çekdarên DAIŞê kir û got, gefa çekdarên radîkal li Iraqê dê bigihîje welatên rojava jî ji ber wê jî du rê li pêşiya wan welatan de ye: yan divê werin vir û li dijî komên radîkal şer bikin yan jî dê li bendê bin komên radîkal derbasî wan welatan bibin û li wir êrişên terorîstî bikin.

Li gorî Reutersê, sînorê navbera hêzên kurdî û DAIŞê de 15 kîlometr e.

Li gorî Mesrûr Barzanî, DAIŞê çekên modern bidest xistiye ji ber wê jî divê pêşmerge çekên baştir bidest bîne da ku bikaribe li hember wê rêxistinê bisekine.
Şêwirmendê Encumena Asayişê ya Herêma Kurdistanê, rexne li welatên Ewropa û Amerîkayê kir û got, me bi hinek welatên Ewropa û Amerîka re hevdîtin kiriye lê heta niha di piratîkê de ti gavek ji bona alîkariya kurd nehavêtine. Divê Amerîka û hemû civaka navdewletî li hember rewşa niha berpirsiyar bin.
Mesrûr Barzanî eşkere kir ku hejmara çekdarên DAIŞê di roja ku Mûsilê girtin de ji 3000î kêmtir bû lê piştî girtina Mûsilê gellek çekdarên din tevlî refên DAIŞê bûn. Li gorî Barzanî, hejmara çekdarên DAIŞê derdora 12 hezarî ye.

Wî rayedarê Herêma Kurdistanê da zanîn ku heta niha hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê karîne çend êrişên terorîstî li dijî Kurdistanê pûç bikin.

Mesrûr Barzanî dilgiraniya xwe ji hatina bi sedan hezar aware ji Mûsil û deverên din ên aloz ên Iraqê bo Kurdistanê nîşan da û got, em hemû hewlên xwe didin da ku piştrast bin ku ti xeterek li Kurdistanê tine.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button