Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Hikûmeta Iraqê tenê alîkariya koçberên Şîe dike

Hewlêr: Piştî ku çekdarên DAÎŞ’ê bajarê Mûsilê û hemû parzêgeha Nînewa kontrol kirin, di nav wan de jî bajarokê Til Efer ê ku beşek ji şêniyên wê Şîe ne, ew jî wek piraniya xelkên wê navçeyê koçber bûn, lê tevî ku bi hezaran Sine hatine Herêma Kurdistanê, hikûmeta Iraqê bi hawara koçberan ve nehatiye.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, bi biryara Encûmena Wezîrên Iraqê, Wezareta Veguhestinê û Wezareta Koçberan, Turkmenên Şîe bi balafiran bo parêzgehên Necef û Kerbela hatin veguhestin.

Li gor daxuyaniyeke Encûmena Wezîrên Iraqê, ku kopiyek jê gihştiye BasNewsê, hikûmetê ferman daye Wezareta Veguhestinê û Wezareta Koç û Koçberan ku balafirên taybet amade bikin bo veguhstina hemû malbatên Şîe yên ku ji Til Eferê koçber bûne.

Ev biryara Encûmena Wezîrên Iraqê tenê Turkmenên Şîe li xwe digire û niha malbatên Sine yên Til Eferê li kampeke derdora Hewlêrê bi cih bûne û tu aliyekî Iraqî bi hawara wan koçberan ve nehatiye, ji bilî alîkariya hilkûmeta Herêma Kurdistanê û alîkariya ku xelkê Hewlêrê pêşkêş dikin. (d.m)
BasNews

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button