Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Mêdvîdêf metirsiya xwe ji vegera çekdarên Rûs yên ku li Sûriyê şer dikin daxuyakirin
Yekîtî Media 6/11/2016
Serokwezîrê Rûsiyayê Dîmitrî Mêdvîdêf di hevpeyvînekê de ligel kenaleke Israîlî ragihand, ku bi hezaran kesên Rûsî di nav çekdarên Rikberiya Sûrî de şer dikin.
Mêdvîdêf diyarkir ku ew beşdariya wan kesên Rûsî di nava rikberiya sûrî de metirsiyekê li cem wan peyda dike ku ew kes dema vegerin Rûsiyayê êrîşên xerab li welêt bikar bînin.