Raportslide

Li Qamişlo nivîsgeha Jin û Ciwanan ya partiya Yekîtî roja zimanê kurdî vejiyand

Yekîtî Media 16/5/2016

Îro duşemê 16ê Gulanê, şaxê rojavayê Qamişlo yê nivîsgeha Jin û Ciwanan ya partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê, roja zimanê kurdî li pêşiya navenda Osman Sebrî li Qamişlo vejiyand.

Çalakî bi kêlîkek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê destpê bû, li gel bilindkirina duruşmên xwedî lêderketina li zimanê dayikê.

Berpirsê nivîsgehê Idrîs Biroreda ji Yekîtî Media re axivî, ku fêrkirina bi zimanê kurdî ew xewna her kurdekî ye li her çar parçên Kurdistanê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button