Break newsNûçeslide

Ibrahîm Biro: Serokê Herêma Kurdistanê piştgiriya xebata ENKS ê dike

Yekîtî Media 16/5/2016

îro Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiya.

şanda ENKS ê, ji Serokê ENKSê Ibrahîm Biro, Berpirsê Pêwendiyên Derve yê ENSK ê Kamîran Haco û Sekerterê Partiya Demokratî Kurdistanî li Sûriyê (PDK-S) Siûd Mela pêkhat .

Ibrahîm Biro serokê ENKS ê ragihand, ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştevaniya xwe ji bo kar û xebata ENKS ê ji bo pêşeroja Rojavayê Kurdistanê û parastina gelê Kurd nîşan da.

Biro diyar kir, di civînê de çalakiyên ENKS ê derbarê peymana Saykis-Pîko yê li hundir û derve, beşdariya ENKS ê di danûstandinên Cinêvê de, herwiha rewşa siyasî û ewlehiyê yê Rojavayê Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha Biro amaje kir, ku di rojên bê de şandeke wan ligel Wezareta Derve ya Swêd û Nerojê dê bicive.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button