Li Qamişlo hevdîtinek di navbera PYK-Sê û TÇKSê rû da.
Di roja Sêşemê 28.12.2021ê de, hevdîtinek di navbera Partiya Yekîtî Kurdistanî – Sûriyê û Tevgera Çaksaziya Kurdî li Sûriyê li ofîsa Tevgerê li Qamişlo bi rê ve çû.
Şanda Kurdistanî bi serokatiya Mamoste: Silêman Oso sekreterê partiyê û endamtiya her yek ji M. EbdulÎlah Ocê cîgirê sekreter, û M. Merûf Mela Ahmed, M. Mihemed Mistefa û M. Ferhan Merî endamên ofîsa siyasî.
Herwiha şand ji aliyê hevrêzê giştî yê tevgerê M.Fêsel Yûsif û her yek ji M. Kazim Xelîfê, M.Welîd Ferman û M.Feyrûşa Ebdurihman endamên Nivîsgeha Cîbicîkar û M.Resûl Umer endamê hevrêziya giştî ve, hatin pêşwazîkirin.
Di civînê de behsa hemû mijarên hevbeş û giringiya aktîvkirina Encûmena Niştimanî ya Kurdî kirin û pêşxistina mekanîzmayên karê wê û giringiya bihêzkirin û pêşxistina peywendiyan di navbera partiyên encumenê de û parastina wê wek çarçoveyekê qebûlkirî ji bo parastina mafên gelê kurd.
Herwiha hevdîtin bi awayekî zelalmendî, biratî û welatparêziya bilind serdest bû
Di dawiyê de, her du alîyan li ser peywendiyên du alî û giringiya berdewamkirina van civînan gotûbêj kirin, ku dê Encûmena Niştimanî ya Kurdî bihêztir bike di xizmeta doza kurdî de.