Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Li Nisêbînê şer û pevçûn berdewam in

Yekîtî Media 30/4/2016

Li bakurê Kurdistanê (Kurdistana Turkiyê) navçeya Nisêbînê di encama şer û pevçûnan di navbera Yekîneyên Parastina Sivîlan(YPS) yên bi ser PKK ve û Artêşa Tirkiyê de, leşkerek hate kuştin û 2 polîs birîndar bûn.

Îro, li bajarê Mêrdînê navçeya Nisêbînê navbera Hêzên Ewlekariya Tirkiyê û endamên YPS ê de pevçûnek rûda.

Endamên YPS ê bi rokêtan êrîşî hêzên ewlekariya Tirkiyê kirin. Di encamê de leşkerek hate kuştin û 2 polîs birîndar bûn.

Tê zanîn ku li navçeya Nisêbînê ev 48 roj in, derketina derva qedexe ye û şer û pevçûnên dijwar berdewam in. ta niha bi sedan endamên YPS ê û hêzên ewlekariya Tirkiyê jiyana xwe ji dest dane.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button