Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Amerîka gerandina terman ji aliyê PYDê ve li Efrînê şermezar kir

Yekîtî Media 30/4/2016

Wezareta Derve ya Amerîkayê gerandina termên çekdarên girûpên Îslamî yên ku, di şerê Eyîn Diqne de hatine kuştin ji aliyê PYD ve,  li ser barhilgirekî li nava cadeyên bajarê Efrînê şermezar kir.

Çarşema borî şervanên Yekîniyên Parastina Gel(YPG) li bajarê Efrînê termê kuştiyên girûpên Îslamî yên ku, di şerê bajarokê Eyîn Diqne de hatine kuştin li ser pişta barhligirekî li nav cadeyên bajarê Efrînê pêşandanbûn.

Derbarê vê yekê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner daxuyaniyek belav kir têde, pêşandana termên kuştiyan bi vî awayî şermezar kir. Da zanîn ku, Amerîkayê piştevaniya Kurdan li bajarê Efrînê nekirye.

Toner di daxuyaniyê de hişdarî dabû PYDê û YPGê û amaje bi raporên HRW û rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty) ên ku, PYD bi binpêkirina mafên mirovan tometbar dike kirbû.

 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button