Break newsNûçeslide

Li dijî terora DAIŞ planeke Emerîka û Birîtanya

Serokên welatên hevpeymana NATO îro pêncşemê li Wêlz li hevcivyane û derbarê darijtina planeke stratejîk li dijî metirsiyên rêxistina terorê DAIŞ ligel hev di danûstandinê de ne, ji aliyekî din ve Serokê Emerîka Barak Obama û serokwezîrê Birîtanya bi sazkirina hevpeymaniyeke navnetewî û herêmî li dijî metirsiyên DAIŞ bi ser navçeyê û cîhanê ve çêdike mijûlin.

Davêd Kamron di da xuyaniyên xwe de ji Skynews re pêngaveke din pêşve çû û tekez li ser wê yekê kir ku armanc ew`e DAIŞ ji binîve ji holê bête rakirine, her wiha welatên ji bo rizgarkirina dîlên li ba DAIŞ ne pere didin bi tundî rexne kir û got ew bi vê yekê terorê bi hêz dikin û agirê li Sûriyê û Êraqê lidare gur dikin.

Ji aliyekî din ve partiya parêzger a desthilat li Birîtanya ji endamên xwe daxwaz kir ku derbarê dibetiya destwerdaneke leşkerî li Êraqê nirîn xwe eşkere bikin û ev yek diyar dike ku di rewşa heyî de Kamron ê ji aliyekî din ve bi pirsa rapirsa derbarê serxwebûna Sokoçaya ve mijûle dixwazê nirînên di nav partiya xwe de deheqê her tevgereke leşkerî nasbike, ta li ber parlemanê nekeve rewşeke zor weku çawa dema destwersdana leşerî a li dijê Sûriyê di sala bihhurî de hate gotebêjkirin.

Her wiha ew hevpeymana herdu rêberên Emerîka û Birîtanya dixwazin saz bikin nediyare ka dê çawa be, di demekê de ku hêja rewşa siyasî ya Êraqê ne zelale û hikûmete Sûrî weku hevkarekî lidijî terorê nayê dîtin, lê behsa wê yekê tê kirin ku dê Tirkiyê xwedî rol be û Weşinton ne li dijî wê yekê ye ku roleke Êranê jî di şerê li dijî terorê de hebe.

Zanyar ji aliyê xwe ve dibêjin ku dê sazkirina hevpeymana nû demekê liberxwe bide, ku ev yek ji aliyekî din ve dem dide rêxsitina DAIŞ ku di rewşa xwe ya heyî de bimîne, û ji xwe xuyaye ku Obama derbarê çareserkirina vê pirsê de ne bi lez .

Ji aliyekî dine ve ku Kamron bi pirsa Sokoçya ve mijûle û naxwazê di dîrokê bê naskirin ku serokwezîrê dawî yê Birîtanya mezin bû, ji ber vê çendê, dê ew jî demkê ji qadê winda be û bi pirsên nawxwyî yên Birîtanya ve mijûl be.

PUKmedia / Skynews

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button