Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

“Divê ji bo cîbicîkirina mada 140 li gorî qonaxa nû mekanîzmek bê dirustkirin”

Berpirsê desteya kargêr ê mekteba siyasî Mela Bextiyar îro şemiyê 6 / 9 / 2014`e li bajarê Xaneqînê pêşwazî li şandek ji nivîsgeha Rêxistinên Demokratîk kir.

Şanda Rêxistinên Demokratk bi mebesta alîkariyan û yarmetiyê bide hêzên pêşmerge, malbatên şehîdan û kocberan serdana deverê dike, şand ji her yek ji berpirsa nivîsgeha rêxistinên Demokratîk Nermîn Osman, berpirsê rêxistina Bord ( NGO) Faris Mihemed û berpirsê nivîsgeha navendan Celal Umer, serokê komeleya Bejin Kurtan Umer Cebar û endamên encumena nivîsgehê pêk dihat.

Di hevdîtinê de Mela Bextiyar ji aliyê xwe ve helûmercên di nav de rêxistina terorê DAIŞ çêbûye analîzkirin û bi şêweyeke hûrî û zelal rewşa siyasî ya li Îraqê şîrove kir û li ser hîma vê yekê dîtin û têbîniyên xwe derbarê rewşa navçeyê û welatên navçeyên û kêm û kurtiyên di desthilatdariyê de ji piştî ku sîstema Sadam ve ketî diyar kirin û da xuya kirin ku ew deshilatdarî bûye girêkeke kûr li pêşberî welat û tekez li ser wê yekê kir ku divê di qonaxa nû de ders ji bûyerên bihurî bêne derxistin.

Mela Bextiyar di heman demê de bal kişand ser bi amadehiya hêzên pêşmerge, moralên bilind ên hêzên pêşmerge û serkeftinên hêzên pêşmerge di şerê li devera Hemrîn û Geremesîrê bi dest xistine û ev serkeftin bi destpêkirina qonaxeke nû nirxand, Mela Bextiyar diyar kir ku her çendê navçe di rewşeke zor û aloz de derbas dibe, lê dê ligel vê yekê jî piştî ku dever ji terorîstan bête paqijkirin, pêşerojeke nû ji jiyanê li pêşberî niştecihên deverê dest pê bike, bi teybet li Celewla û Sadiyê û bi yekê ve girêdayî got: Divê ji bo cîbicîkirina mada 140 ji desturê û li gorî asta gorankariyên piştî bûyeran hatine arê û qonaxa nû mekanîzmeke bête dirustkirin.

Berpirsê desteya kargêr Mela Bextiyar û di çarçoveya derketina DAIŞ û metirsî û gefên bi ser welatiyên sivîl de çi li Îraqê be yan Kurdistanê dixwe got: Hemû ew bûyerên rûdane hokarek bûn ligel xwe teraziya hêzan li Îraqê guhurîn û ji aliyê xwe ve tekez li ser wê yekê kir ku her çendê Şengal rastî tirajediyekê û komkujiyekê hat lê Kurdistanê û Gelê Kurdistanê teraziya xwe winda nekirin, lê ligel wê yekê li berember metirsiyan rawestiyan û wiha pê de çû: Emê di demek nêz de hemû xaka Kurdistanê ji DAIŞ paqij bikin û dê ji bo niştecihên wê qonaxeke nû dest pê bike.

Bi heman mijarê ve girêday Mela Bextiyar da xuya kirin ku Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê weku herdem çi di sergerên bergirîkirin li xak û gel be yan li sergerên avadenê be li ser sozên xwe ma û got; Me soz da, ta ala Kurdistanê çi niha be û pişt re be li ser Hemrîn neçike em ranawestin, me ta asteke mezin soza bi cih anî, lê di pêşeroja nêz de em`ê soza xwe bi giştî pêk bînin.

Mela Bextiyar ew yarmetiyên leşkerî û locistîk ya welatên Ewropa û welatên mezin ên cîhanê pêşkêşî Kurdistanê û hêzên pêşmerge kirine, bi gorankariyeke girîng di pêşketina doza gelê me de li navçeyê û rojhilata navîn nirxand, bi şûweyekî ku doza me li Rojhilata navîn bo yek ji pirsên giştî yên herêmî û navdewletî.

Di dawiya axaftina xwe de berpirsê desteya kargêr sipasî li kampaniyaya ku ji aliyê nivîsgeha rêxistinên Demokratîk ve hate birêve birin kir û bi mijarê ve girêday çend pêşniyarî pêşkêş kirin.

Ji aliyê xwe ve şanda mêvan li gel ku piştevaniya xwe bi hêzên pêşmerge ragihandin û dupat kir, serkeftinên hêzên pêşmerge pîroz kirin û tekez li ser wê yekê kirin ku kampanya wan birêve birî beşeke ji piştgirî û piştevaniya nivîsgeha rêxistinên YNK`ê pêşkêşî hêzên pêşmergeyên Kurdistanê dikê ye.

PUKmedia / Pukpb

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button