Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

Li Dêrsimê teqînek rûda

Yekîtî Media 13/6/2016

Li navçeya Plûr a ser bi bajarê Dêrsimê ve, li Bakurê Kurdistanê teqînek bi rêya otombîlekê bombirêjkirî  çêbû, di encam de 9 kes birîndar bûne.

Derbarê teqînê ajansa Dicleyê ragehandin ku, otombîleka bombirêjkirî li beramberî avahiya DADê li navçeya Plûr a ser bi bajarê Dêrsimê li Bakurê Kurdistanê teqiya, di encamê de 9 kes birîndarbûn,  da zanîn ku, piştî teqînê şer û pevçûn di nevbera polîsên Tirkiyê û êrîşkeran de çêbûn.

Ji aliyê xwe ve medaya tirkiyê jî da zanîn ku, otombîlên agirkuj li cihê teqînê agir kontiroldikin, herwiha hêla telefonê jî li wê navçeyê hate birrîn.

Kurdistan 24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button