Break newsNûçeslide

DAIŞê êrîşî HSDê li bendava Tişrînê kir

Yekîtî Media 13/6/2016

Şeva borî li bakurê rojavayê bajarê Reqayê li nêzîkî bendava Tişrînê, çekdarên DAIŞê êrîşî Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) kirin, di encamê de 10 şervanên HSDê canê xwe ji dest dan û 4ê din jî bi dîl ketine destê çekdarên DAIŞê de.

Ji aliyekî din ve îro, Encûmena Leşkerî ya bajarokê Minbicê 4 gundên din li rojhelata wî bajarokî ji çekdarên DAIŞê rizgar kirin.

Her yak ji Hêzên Sûriyê yên Demokratîk(HSD) û Encûmena Leşkerî ya bajarokê Minbicê bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî operasyona Bakurê Reqayê û bajarokê Minbicê destpê kirine.

Kurdistan 24

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button