Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Li Bakurê Kurdistanê 5 leşkerên Tirk hatin kuştin
Yekîtî Media 25/4/2017
Li Bakurê Kurdistanê şer û pevçûnên di navbera endamên PKKê û hêzên leşkerî yên Tirkiyê de roj bi roj dijwartir dibe.
Îro li bajarên Şirnex, Qers û Bilîsê di encama teqandina bombeyên ku li ser riya wesaîtên leşkerî hatibûn bicihkirin 5 leşker canê xwe ji dest dan 2 leşker jî birîndar bûn.
Herwiha li gor nûçeyên di medyaya Tirkiyeyê de belav bûyî 13 endamên PKKê jî di encama operasyonên leşkerî de canê xwe ji dest dane.