Break newsRaportslide

Li Amedê PAK semînarek li ser peymana Lozanê lidarxist

Yekîtî Media 25/7/2016

Li Amedê û li ser vexwendina partiya Azadiya Kurdistanê PAK semînarek di bîranîna 93 salan li ser girêdana peymana Lozanê li Swêsra hat lidarxistin.

Di semînarê de sekretêrê PAK Mistefa Ozçelîk gotinek da, têde tekezkir li ser giringiya yekbûna helwestê Kurdî di van nîrên ku Kurdistan tê re derbas dibe, herweha got divê partiyên siyasî kurdî dev ji dijatiya hev biqerin, Ozçelîk got jî divê fêdralîzma Kurdistana Sûriyê bi navê Herêma Rojavayê Kurdistanê be ne fidraliya bakurê Sûriyê be.

Mistefa Ozçelîk di gotina xwe de PYD û ENKS vexwendin bo nûkirina danûstandinan û yekkirina helwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button