Break newsNûçeslide

Ji bo bilindkirina alaya Kurdî li Efrînê ciwanek hat binçavkirin

Yekîtî Media 25/7/2016

Roja Şemê 23ê Tîrmehê, asayişa partiya Yekîtiya Dîmokratîk PYD li Efrînê çalakvan Serbest Ehmed Xelîl binçavkirin bi egera bilindkirina alaya Kurdî.

Jêderekî taybet ji Yekîtî Media re ragihand ku asayişên PYD êrîşî mala serbest li gundê Naza Oşagî yê girêdayî nahiya Şerran kirin û ew binçavkirin, bi egera ku Serbest alaya Kurdî di cenazeta  hûnermendê Kurd de Bavê Selah belavkiribû û bilindkiribû.

Hêjaye gotinê ku çalakvan Serbest xêzandar e û bavê sê zarokan e, sala 2015 ji rex liqê ewlekariya leşkerî yê Rêjîmê hat girtin û sê mehan li nik wan binçavkirî mabû.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button