Break newsNûçeslide

Kuştarên Rûsya Yên Li Dijî Sivîlan Digihên Asta Tawankariyên Cengî Û Qirkirinê

Tawankariyên dagîker bêtir dibin bi awayekî digel tiroristiya Rêjîmê û hem jî digihên asta Tawankariyên Cengê û yên qirkirinê, dijminkariya Rûsya di herdu Rojên buhirî de êrîşên xwe li ser xaka Sûriyê bigiştî pir kirine. Cîgehên Sivîlan û Bazarên Gelî li Gundewarê Şamê û Humsê hem jî du Dibistan li Kefer Hemra li Gundewarê Helebê û Kinsefra li Gundewarê Idlib amanc kirine.
Di encama ewan êrîşan de 160 Sivîl ji nav wan Zarok û Jin şehîd ketine û bêtir ji 150 kesan birîndar bûne.
Her wiha raportan tekez kir ko kuştara doh ya li Gundekî ji Gundewarê Hesekê dora 30 şehîd ketin û hinek birîndar in pirên wan zarok û jin berpirsiyariya Firokên Hevpeymana navdewletî ye.
Hevbendiya Niştimanî ev kuştar û hemû tawankariyên Rêjîmê û hevalbendên wê Rûs û Îranê pirotesto kirin. Hem daxwaz ji Civaka Navdewletî û Encûmena Ewlekariyê kir ko bi tundî evê tiroristiyê pirotesto bikin, û bilez kar bikin da birawestînin û hem kesê tawankar siza bibin.
Her wiha Hevbendiyê ji Hevpeymana Navdewletî re tekez kir ko kuştina sivîlan bi bombebarana firokên wan pirotestokirî ye û rêka herî baş ji bo têkbirina Daişê re ko hevkariyê bi Hêzên Artêşa Sûrî ya azad re bikin, ew ya ko yekem hêz bû himber Rêkxistinê rabû û ji Gundewarê Helebê û Idlib berdayê. Gerek bi çi awayî be sivîl ji şer û kuştinê bêne parastin.
Hevbendî tekez kir ko tiştê Rûsya îro roj dike hemû xweşkirina wê ji pişgiriya çareseriya siyasî re têk dibe. Çareseriya siyasî hewcedarî pêkanîna pevbaweriyê ye. Kuştarê ko çê dibin, û derbideriya sivîlan û dûrkirina bargehên Rêkxistina dewletê ji êrîşan ewê yekê nade diyarkirin. Belê dihêle ko bêbawerîbûn çê bibe û mijara leşkerî bêtir asteng dike, hem jî dergeh li ber pirbûna tiroristiyê û belavbûna wê bêtir vedike. Di encamê de astengiyê dike rêka çareseriya siyasî, çimkî çi wate ji nêzîkbûna çareya siyasî re nîn e eger bombebaran û wêranî hebe.Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button