Break newsNûçeslide

Artêşa Azad Nerastiya Wergirtina Piştgiriyê Ji Rûsya Ragihand

Serokê Erkanê Artêşa Azad efser Ehmed Berî nerastiya daxuyaniyên Rûsî derbarê pêşkêşkirina alîkariya çekan bo Artêşa Sûrî ya Azad anî ziman, û tekez kir ku ew daxuyanî tu bingeha rastiyê jê re tune ye, û destnîşan kir ku Rûs alîkariyê ji milişiyên Partiya “Yekîtiya Dimuqrat” a Kurdî re pêşkêş dikin.
Di kongireke rojnamegerî de ku li avahiya Hikûmeta Sûrî ya Demkî li Xazî Intabê lidar ket, Berî diyar kir ku du firokeyên Rûsî duh li devera “Efrînê” li Gundewarê Helebê li Bakurê Sûryayê daketin, alav û piştgiriya locistî ji bo şervanên partiya “Yekîtiya Dimuqratî” pêşkêş kirin, û tekez kir ku ev ne cara yekê ye, ji ber berî niha du carên dî firokeyên Rûsî hatin dîtin ku ew piştgiriyê ji partiyê re pêşkêş dikin, û bal kişand ku cihekî daketinê ji firokeyan re li Efrînê hatiye çêkirin.
Serokê Desteya Erkanan Rûsya bi pêşkêşkirina piştgiriyê bi awayekî yekser û ne yekser ji Daiş re tawanbar kir.
Berî got ” Tenê 5% ji êrîşên Rûsî rêxistina Daiş armanc kirine, lê para Artêşa Azad 95% ji sedî ji wan êrîşan bûn “. û destnîşan kir ku Rûsya 1200 êrîş ta îro bi ser Sûrî de aniye.
Berî tekez kir ku 1300 kes di nav wan de jin û zarok hene ji ber êrîşên Rûsî hatin kuştin, û got:” êrîşên Rûsî dibistan û saziyên sivîl armanc kirin, em li van êrîşan dinerin ku ew zordestiyek diyar e, em ê bi hemû hêzên xwe şerê wê zordariyê  ta dawî bikin, ji ber armanca rastîn ji Rûsan re sivikirina barê Beşarê Esed e, ger hindikek be jî “.
Ji hêla xwe ve Wezîrê Tendirustiyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, û Serokê Partiya Tevgera Niştimanî a Turkmanî Mihemed Wecîh Cuma destnîşan kirin ku sivîl li Sûryayê di pênc salên dawî de bi awayekî mezin têne kuştin.
Cuma destnîşan kir ku firokeyên Rûsî ên şervan di her sê rojên dawî de 33 navendên tenderustiyê bi sarûxên pir pêşketî armanc kirin.
Cuma berdewam kir ku 78 ji karmendên wezaretê , ku ji bo parastina jiyana mirovan kar dikin, di dema dawî de şehîd ketin. Û ji bêdengiya Rêxistinên Navdwletî derbarê tiştê ku li sûryayê rû dide matmayî ma.Jêder: Hevbendî

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button