Gotar

Kurd û kurdistan duh û ev roj

Ji egera zengînbûn û xweşiya welatê kurdan, kurdistan, ev milet û welatê wî di dirêjahiya dîrokê de, bibû armanca dagirkeran û êrîşkeran , Yonan, Roman, Faris, Ereb, Mexol, Tirk, Ewrupî û hid, evan hemî imperatorî û dewletan, êrîşên xwe dibirin ser kurdan û welatê wan kurdistan, bî mebesta dagirkirinê û dizîna samanan, tevlî hemî şer, ceng, kuştin, şewitandin, têkçûn û talankirinê, bi sed û hezaran salan, lê Piştî her êrîşekê û dogirkininê, dîsa gelê kurd welatê xwe ber nedida, û cardin kurdistan dihate avadan kirin.
şah Ebas şahê îranê, beşek ji kurdan birin xurasanê, bakurê welatê îran, ji xwere kirin sênc, di riwê êrîşên Ozbekan de, Axayê bi navê Selahdin, kurd birin Efrîqiya, tirkan kurd birin yemen û misrê û ewrupa, lê dîsa gelê kurd, welatê xwe ber ne dida, cardin ava dikirin û nûjen dikirin.
Piştî, şerê cenga cihanê ye yekem(1914-1918)ê, û dabeşkirin welatê kurdan li ser Faris, Tirk û Ereban, ew Aşê kuştin û têkbirina kurdan ne rawesta, Farisan ji dema Emîrxanê yek dest ve(1609-1610) ta weke vê rojê, nemana kurdan ji xwere kirine kar, û aşê kuştinê ne rawestaye, her şoreşek têk diçe, kurd şoreşeke din pêdixin, tirk ji dema osmaniyan, ta weke vê rojê, çi dema kurdên bakur, serî hildane, şoreş li pey şoreşê pêdixistin, Tirkan , ew serkut dikin, bi kuştin, şewitandin û koçberkirinê, lê disa kurdan welatê xwe bernedan.
Ereban li iraqê, li dirêjahiya sed salan, şoreş û ber xwedanên kurdan bi agir û hesin têkbirine, lê kurdên başûr dîsa vegerane cih û warên xwe, û welatê xwe avadan kirine.
Li welatî sûrî, û piştî dewlet hate damezirandin, raydar û desthilatên ereb, dane ber çavên xwe, tunekirina kurdan, bi şêweyekî şofonist û bi kîn û pîlanan, çi pirojeyên tundrew û şofonîst hatine bîr û hişê wan bi karanîn, ta di yasaya binghîn ya welat de danîn, kesê ku razîne be bibe ereb, bila ji welat barbike, û ji welat derkev, pişti ku zevî û samanên kurdan deste ser kirin, navên gund, bajar û bajarokan guhertin û kirin erebî, nasnama hemwelatiyê ji kurdan standin, lê dîsa kurd li welatê xwe li ser, erda xwe, man û berxwedana jiyan û hebûnê berdewam kirin.
Îro, ev roj, dijminên gelê kird ji Ereb, Tirk û Farisan, berdewamin Di dekû pîlanên xwe de, lê gelo ew dijmin bi serketin yan na?
Li bakurê kurdistan, dewleta tirkan berdewame di pirojeyên xwe de, sbaret tunekirina kurdan, weha roj biroj kurdên bakur tên bişaftin, heyin û zimanê kurdan têk diçe, berxwedana çekdarî û siyasî qels bûye berê kurd û kurdistana bakur li nemanê ye, heger rewş wisa bi mine,
Li îranê, cardin berxwedana kurdan berdewame, ta niha ziman û katûra xwe parastine, û berxwedan berdewame.
Li rojavayê kurdistan( sûrî) salane bi hezarê xortan ji ber bê kariyê û hejariyê, berê xwe didane, Lîbiya, Libnane û welatên kenedavê, kardikirin, hin pere bi xwere tanîn, û vedgeran malên xwe, lê piştî rûdanên şer di sala /2011/ an de, û tevlîheviya li welat rûda, malbat û bi taybet xortan, bi refan berê xwe dane Ewrupa, û derveyî welatê Sûrî, bi gelek behaneyan, û kurdistana rojava li pey xwe hiştin.
Dewletên Ewrupa, dergeh û sînorên welatên xwe ji koçber û penaxwazan re vekirin, û pêşwazî li refên xortan dikirin, bi van sedem û egeran, û nebûna aramiyê û derfetên jiyanê, kurdistan roj bi roj vala dibe ji gelê xwe yên kurd, li vir pirsek xwe nîşan dide, gelo çima ew çendî zor û astengî hatin serê gelê kurd, lê welatê xwe bernedan, lê çima vêrojê berê kurdan li nemanêye?

Adilê Evdile

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button