Komên çekdar di girtina welatîyên kurd li Efrînê berdewam in..
Çekdarên bi ser artêşa Tirkiyeyê berdewam in bi girtina sivîlên Kurd li bajarê Efrînê, ku di çend rojên borî de girtina parêzereke kurd rûda.
Nûçegihanê Yekiti Media li Efrînê ragihand ku polîsên leşkerî û îstîxbaratê Tirkîyê parêzerê Necah ‘Arûs di 23ê Cotmeh 2021an de girtin piştî ku ji devera El Şehba vegeriya Efrînê piştî mirina bavê wê, nûçegihanê me nîşan da ku sedema girtina wê ji ber beşdarbûna wê di xwepêşandanên dijî êrîşa Tirkiyê ser devera Efrînê.
Di heman babetê de çalakvanê siyasî Mistefa Şêxo wiha got : ku îstîxbaratê Tirkiyeyê digel polîsên sivîl li navenda navçeya Mi’btilê di roja sêşemê 26ê cotmehê de hemwelatîyê temen mezin Şukrî Ebdo 65 salî ye ji xelkên gundê Sariya ye girtin, bi tewana ku kar bi rêveberiya berê dikir, û ew birin bargeha ewlehîyê li navenda navçeyê bêyî ku çarenivîs wî bizanin ta niha.
Herwiha polîsên leşkerî li devera Cerablusê berî heftiyekê Ferhad Ehmed Hesen 27 salî ye ji xelkên gundê M’irata girtin, bi tawana xizmetkirina leşkeriyê neçar nik rêveberîya berê, tê zanîn ku ew hat revandin piştî vegeriya deverên ku ji herêma Kurdistanê dihat, û ew hat veguhestin ber bi zindana M’irata bêyî ku çarenivîs wî diya bibe ta niha.