Break newsNûçeslide

KOBANÎ – Hêzên kurdî ketin nav stareyên DAIŞê de

Kobanî/Pirsûs- Wezîrê Parastina Kobanî Îsmet Şêx Hesên got ew ketine nav stareyên DAIŞê de.
Îsmet Şêx Hesên ji Rûdawê re ragihand ku li Kobanî pevçûn hêj didomin û got DAIŞê ji gelek cihan hêzên xurtkirinê şandine Kobanî lê dîsa jî Kobanî ne standin û nastînin.

Wezîrê Parastina Kobanî diyar kir ku gelek kes ji rêxistinê hatine kuştin û înisîyatîf jî de destê YPGê de ye.

Hesên wiha got: “Hêzên YPG li nêzîkî Navenda Çand û Hunerê stareyên DAIŞê bi dest xistin. Stare 12 metreyan dirêj e û çend metreyan jî kûr e. DAIŞê di bin erdê de bombe vedane. Lê ne gihîştin biteqînin.”

Wezîrê Parastina Kobanî got her çi qasî Kobanî bê rizgarkirin jî ji ber ku bajarên derdora Kobanî di destê DAIŞê de ne divê korîdorek ji bo alîkariyê bê vekirin.

Îsmet Şêx Hesên da zanîn ku Hêzên Pêşmerge piranî bi çekên giran şerî dikin. Herwiha got ew ji bo rizgarkirina Şingalê jî kêfxweş bûne.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button