Break newsNûçeslide

ENKS biryara xwe ya li ser partiyan da

Qamişlo – Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) îro biryara dawî li ser wan partiyên ku di hilbijartina endamên Lêvegera Siyasî de dengên xwe dayîn TEV-DEMê, da. ENKS sê partiyên ku dengê xwe dabûn TEV-DEMê ji nav xwe avêt û 3 kesên din li cihê wan bi cih kirin.

Îro ENKS li ser mijara partiyên ku dengên xwe dabûn TEV-DEMê li Qamişlo civînek li dar xist.
Peyamnerê Rûdawê ji Qamişlo ragihand ku li gorî encamên Komîteya Lêkolînê her 3 partiyên ENKSê, El Partî, El Wehde û El Wîfaq dengê xwe dabûn TEV-DEMê.

Hat diyar kirin ku ENKSê biryar da ew sê partiyên ku dengê xwe dabûn TEV-DEMê ji nav xwe biavêje û 3 kesên din li cihê wan di Lêvegera Siyasî bi cih bike.

ENKSê li şûna wan kesên ji nav xwe avêtin, di Lêvegera Siyasî de cih da Enter Mihemed ji Kobanî ye, Xelîl Husam, ji Qamişlo ye û Fûad Îbrahîm ji Dêrîkê ye û nûnerê ciwanan e.
Weke tê zanîn partiyên siyasî û hewldanên Rojavayê Kurdistanê bi rêveberiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser avakirina Lêvegerk Siyasî, li hev kiribûn.Endamên lêvegerê ji 30 kesî pêk tên ku 12 dê ji TEV-DEMê û 12 jî ji ENKSê ne.
Biryar hatibû dayîn ku ew 6 kesên ku mane jî dê ji aliyê wan 24 kesên destnîşankirî ve bên hilbijartin.

Lêvegera Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê ji 30 endaman pêk tê ku li gorî rêkeftinê, divê 12 ji ENKSê, 12 ji TEV-DEMê û 6 endamên din jî yên serbixwe bin.
(Rûdaw)

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button