
Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide
Kiliçdaroglu : Bo çi Kujerê Karlov bi saxî nehat girtin?
Yekîtî Media 21/12/2016
Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) Kemal Kiliçdaroglu pirs dike, ji bo çi Kujerê Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê bi saxî nehate girtin?
Kiliçdaroglu îro di kombûna heftane ya partiya xwe de axivî û derbarê kuştina Balyozê Rûsyayê yê Enqereyê Andrey Karlov de daxuyaniyên girîng dan.
Kiliçdaroglu got, kuştina Balyozê Rûsyayê, li Tirkiyeyê xweş nehatiye û polîsbûna kujer jî xaleke girîng e û hêja ye mirov li ser bihizire. Kiliçdaroglu pirsa “kê çek daye kûjer? Kê kuştina balyoz xwestiye û kujer ji bo çi bi saxî nehatiye girtin?” kir û banga eşkerekirina berpirsên bûyerê li hikûmeta AK-Partiyê kir.
Serokê CHPyê herwiha got parastina biyaniyên li Tirkiyeyê şerefa wan e û ger Tirkiye nekaribe biyaniyan biparêze di holê de pirsek e cidî heye.