Break newsNûçeyên herêmî û cîhanîslide

KERKÛK – Pêşmergeyan çend çekdarên DAIŞê dîl girtin

Kerkûk (Rûdaw) – Hêzên Pêşmerge li rojavayê Kerkûkê çend çekdarên DAIŞê girtin û Berpirsê eniya rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî jî got: “Wan çekdaran xwe di nava sedan malbatên ereb de veşartibûn.”

Berpirsê eniya rojavayê Kerkûkê ya Hêza Pêşmerge Kemal Kerkûkî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Îro pêncşem 1ê Cotmehê nêzîkî 300 malbatên ereb ên akinciyê navçeya Hewîceyê û derdroa wê xwe radestî Hêzên Pêşmerge kirin.”

Kemal kerkûkî got: “Piştî tomarkirina navên wan kesan, 4 çekdarên DAIŞê di nav wan de hatin dîtin ku xwe di nava kesên sivîl de veşartibûn.”

 

Kerkûkî tekez kir ku ew çekdarên DAIŞî ji aliyê pêşmergeyan ve hatin naskirin û hatin girtin.”

 

Derbarê dengoya dîlgirtina çend pêşmergeyan de ji aliyê çekdarên DAIŞê ve li eniya rojavayê Kerkûkê, Kemal Kerkûkî da xuyakirin: “Ti pêşmergeyek ji aliyê DAIŞê ve nehatiye girtin, tenê 3 pêşmerge li Mensûriye hatinbûn dorpêçkirin, lê belê piştre bi hewlên xwe û hevalên wan ên pêşmerge ve rizgar bibûn.”

 

Duh 30ê Îlonê Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ji destpêka sibehî ve operasyonek berfireh li dijî rêxistina DAIŞê li rojavayê Kerkûkê dest pê kirk u heya danê êvarê berdewam bû.

 

Di encama wê operasyona berfirhe de, Hêzên Pêşmerge karîn 17 gundên deverê ji dest çekdarên DAIŞê derbixin û sînoreke berfireh ji axa Kerkûkê kontrol bikin.

Herwiha di wê operasyonê de bi dehan çekdarên DAIŞê hatin kuştin û çendîn çek û otomobîlên leşkerî yên DAIŞê ketin destê pêşmerge.

Di operasyonê de 15 pêşmerge jî şehîd bûn.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button