Break newsNûçeslide

Hevbendiya Niştimanî SozaRûbirûbûna Dijminkariya Rûsan Didin

Desteya Siyasî Ya Hevbendiya Niştimanî îroj pêncşembê bi nûnerên şaxên lêşkerî re civiya, kesên civiyayî şermezariya xwe ji diminkariya Rûsî re anîn ziman,û ji hemî hêzên leşkerî xwestin ku bergiriyê dijî wê bikin û wek dijminkariyekê dijî milet û şoreşa sûriyê lê bê nerîn,û li ser pingavin hevbeş ji bo bergirî û rûberûbûna vê dijminkariyê lihev kirin.
Kesên civiyayî dan xuyakirin ku meremên Rûsan li pêş civaka navdewletî eşkera dibin di êrîşên wê yên asîmanî de yên ku gundewarê Hums û Hemayê armanc kirin û di encamê de zêdeyî 50 şehîdî ket û jin û zarok jî di nav wan de hebûn, û diyar kirin ku ew diminkarî ji bo parastina rijêma Esed ya li ber ketinê ye û ne ji bo jinavbirina Daiş e wek ku berê digotin.  
Û kesên civiyayi li ser deranîna helwesteke hevbeş ji herçar girûpên kar yên ku di pilana şanderê navdewletî Stîvan Dî Mistora  de hatine li hev kirin, û ew helwest di daxuyaniyeke hevbeş de di demek tê de wê bê ragihandin.Jêder : Hevbendî 

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button