Break newsNûçeslide

Ji heftiyekê ve nanxaneyên Amûdê bê arvanin û ENKS Rêjîmê û PYD tawanbar dike

Yekîtî Media 20/7/2016

Ji heftiyeke bûrî saziya giştî ya aşan ku girêdayî wezareta Temwînê ya Hikûmeta Rêjîma Sûrî arvanê medûm ji ser nanxaneyên kevir li bajarê Amûdê qutkiriye bêyî ku sedeman eşkere bike.

Fêsel Qadirî xwediyê nanxaneyekê li Amûdê ji Yekîtî Media ragihand, ku aşê Cezîrê yê girêdayî saziya giştî ya aşan arvan ji berî heftiyekê ji ser wan qutkiriye, û ew naçarin arvanê taybet bikirin ku nirxê her kîsekî dighêje 6750 l.s, jiber vê yekê nirxê her nanekî gihişte 50 l.s, lewra welatî hew dikarin nan bi vî nirxê bilind bikirin.

Ji aliyê xwe ve xwecihiya Amûdê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS daxuyaniyek belavkir têde Rêjîma Sûrî û TEV-DEM bi afirandina şêweyên koçbarkirinê û sepandina wê li ser miletê Kurd tawanbarkir.

Gotarên Pêwendîdar

Back to top button